Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Tirk Destûr Neda Meşa Rûmetê


Walîtîya Stenbolê destur neda meşa endamên civaka LGBTÎ (Lezbîyen. Gey, Bîseksuel, Transgendir û Înterseks) ya bi navê “Meşa Rûmetê” ku li Qada Taksîmê hatibû plan kirin.

Polîsan ji hemî rêyên ku diçin kolana Îstîklalê girtin û nehiştin meş pêk were.

Pîştî biryara qedexekirina meşe, bi hezaran endamên civaka LGBTÎ li kolana Mîs’ê kom bûn û li vir daxuyanîyek dan çapemenîyê.

Di daxuyanîyê de bertek nîşanî qedexekirina meşê hate dayîn û hate gotin ku “walîtî careke din bi sûcê cudakarîyê li ser beşeke civakê pêk anî.”

Meşa hemwelatîyên LGBTÎ ya li Stenbolê cara yêkê di sala 1993’an bi navê ‘Hefteya Azadîya Cînsî” pek hatibû.

Civaka LGBTÎ îsal bi navê “Meşa Rûmetê” li Stenbolê sala xwe ya 26’an pîroz kirin, lê ev çar sal in ku nalîtî nahêle meş pek were.

Beşdara meşê ya bi navê Elîf Akgun got ku 18 sal in ew jibo berdewama hebûna xwe tekoşînê dikin.

“Ti astengî nikare me paş bixe. Bêdeng nemîne û biqîre ku hevzayend ji hene!”

Meşvana bi navê Ece Kaya jî got ku ew cejna wan e û ew dixwazin her sal cejna xwe pîroz bikin. “Divê polîs li vir nebin. Em tiştekî şerm nakin. Çek û darên me tune. Em dixwazin di nava aşitîye de bijîn.”

Piştî daxuyanîyê, polîsan nehiştin girseya xwepêşander bimeşe û guleyên plastîk li dijî wan bikar anîn.

Komîteya Hefteya Rûmetê destnîşan kir ku li kolana Mîs 3, li taxa Cîhangîrê 1, li Galatasarayê ji 1 kes hatin binçav kirin.

XS
SM
MD
LG