Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera Berê ya Kurd Leyla Guven li Colemêrgê Hat Desteser Kirin


Leyla Guven
Leyla Guven

Sabîha Temîzkan, keça sîyasetvana Kurd Leyla Guven ragihand ku dîya wê li Colemêrgê hatiye desteser kirin.

Temîzkan dîyar kir ku dîya wê tevî ku dijî wê bi dehan doz hene, ew bi derekê de nerivîye.

Wê da zanîn ku karbidestên ewlekarîyê pêşî li maşîneya dîya wê girtine û ew desteser kirine.

Rêxistina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya bajarê Colemêrgê jî ragihand ku Leyla Guven jiber bangên ser aştîyê hatiye binçav kirin.

Leyla Guven ku berî demeke kurt parlamanterîya wê ji destê wê hatibû sitandin, di sala 2018’an de li girtîgehê ketibû greva birçîbûnê û di 2019’an de hatibû berdan.

XS
SM
MD
LG