Li Hîndistanê îro Yekşemê hejmera pêketinên korona giheşt 3 mîlyonan ku bi vê rêjeyê ew welat di asta hejmara pêketîyên nû de bû welatê yeke yê cîhanê.
Karbidestên saxlemîyê 69,239 bûyerên nû yên tûşbûnê ragihandin û hejmera giştî ya peketinên korona li Hîndistanê giheşt 3.044.940'an.
Hîndistanê herwiha 912 mirinên nû ragihandin ku hejmara giştî ya mirinan jî giheşt 56.706'an.
Belavbûna nexweşîya COVID-19 li herêmên gundewarî yên xizan li bakur û li heremên dewlemend yên şenîbar yên li başur didome.
Li du bajarên herî mezin yên Hîndistanê rêjeya pêketinênkorona gelek bilind e. Lêkolînên ser pêzanînên testên vîrusê nîşan didin ku nexweşîya COVID-19 bi taybetî û piranî di nava rûniştvanên li paytext New Delhi û li navenda darayî Mumbai belav dibe.
Belavbûna zêde ya vîrusê li herêmên gundewarî yên eyaletên Uttar Pradesh û Bihar yên li bakurê Hindistanê û li eyaletên Telangana, Karnataka, Tamil Nadu yên li başûr bi rengekî xeter hejmera bûyerên nû pirtir dike.
Hêjayî balkişandinê ye ku Hîndistan piştî Amerîka û Brezîlya xwedîyê hejmera herî bilind ya bûyerên vîrusa korona ye û bi 56.706 mirinên ji vîrusê li cîhanê di rêza çaran de ye.