Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Çar Serbazên Fransî Hatin Kuştin


Kesek xwekuj ku cikên jinan kiribûn ber xwe roja Şemê di nav bazarekê de li rojhilata Afganistanê xwe teqand, tê de çar serbazên Fransa di nav hêza NATO de hatin kuştin û pêncên din jî birîndar bûn.

Ragehandinek ji layê ofîsa Serokê Fransa Francois Hollande ve dazanîn birînên sê ji birîndaran giran in.

Serok Hollande piştî wê êrîşê Wezîrê Berevanîyê Jean-Yves Le Drian hinart Afganistanê.

Karbidestên Afganistanê gotin êrîş li wilayeta Kapîs çêbû, cihê ku piranîya serbazên NATO li wêderê Fransî ne.

Talîban xwe wek berpirsyarê êrîşê danasansin, got kuştî ji hêzên Afganî û yên Fransî hebûn.

Hejî gotinê ye, Hollande meha borî ragehand Fransa heta dawîya salê piranîya hêzên xwe ji Afganistanê paşde bikêşe.

XS
SM
MD
LG