Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Êrîşeke Xwekuj Qewimî


Li Afganistanê Êrîşeke Xwekuj Qewimî
Li Afganistanê Êrîşeke Xwekuj Qewimî

Karbidestên Afganî dibêjin, di encama êrîşeke xwekujî de 4 sîvîl hatine kuştin. Êrîş li başûrê Afganistanê, li dijî tîma jinûveavakirina xwecihî ya girêdayî NATO’yê hate kirin.

Berdevkekî eyaleta Helmand got, êrîşa Pêncşemê li paytaxta herêmî, Leşkergeh qewimî.

Karbidest dibêjin, bombevan li nêzîkî avahîyeke wezareta perwerdeyê, li konvoyeke vesayîtên zirxîn xist.

Tê ragihandin, di nav qûrbanîyan de zarokek jî heye. Karbidest radigihînin, di êrîşê de her wiha 31 kesên din jî birîndar bûn ku 3 ji wan bîyanî ne.

Di encama êrîşa xwekujî de, herî kêm 17 otomobîlên sîvîlan jî şewitîn. NATO’yê li ser êrîşê, heta niha ti daxuyanî neda.

XS
SM
MD
LG