Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şamê Êrîş li Dijî Avahiyên Partiya Be’s Hatin Kirin


Li Şamê Êrîş li Dijî Avahiyên Partiya Be’s Hatin Kirin
Li Şamê Êrîş li Dijî Avahiyên Partiya Be’s Hatin Kirin

Bizavkarên Sûrî dibêjin roja Yekşembî çendîn gulle RPG bi avahiyek Partiya Be’s ya desthilatdar li Şamê ketine, li demekê de serok Beşar el Esed soz da ew bo fişarên navneteweyî xwe naçemînit ku tepeseriya bêy rehmane ya xwe li dijberî cudabîran rebigre.

Tora çalakvanî ya Komîteya Rêkxistina Herêmî û çendîn akinciyan roja Yêkşembî gotin çendîn teqîn li navenda paytextê Sûrî hatin bihîstin. Wan got maşînên agirvemirandinê berev wan herêman çûn li demekê de hijmarek zaf ya polîsan amade bûn. Çi zaniyariyên zêdetir yên demûdest li ser bûyerê nehatine zanîn û şahidên din gotin ku wan çi nîşanên xisaretan nedîtine.

Leşkerê Azad yê Sûrî, gropek serbazên cudabîrên bingeh li Tirkîyê ya cîran, xwe wek berpirsiyara êrîşê da nasandin.

Eger bê piştrast kirin, ew dibe yêkim êrîşa berçav bo ser avahiyek hikûmetê li paytextê Sûrîya ji meha sê ve ku serhildanên dijî hikûmetê destpêbûn. Ew bûyer çend demjimêran piştî hingî çêbû ku wextê diyarkirî ji layê Komkara Ereb ve bo Şamê ku xwînrêjiyê rawestînit, bi dawî hat.

XS
SM
MD
LG