Breaking News

Li Bani Walid Şerek Xort Berdewame

Li Bani Walid Şerek Xort Berdewame
Li Bani Walid Şerek Xort Berdewame

Êrîşên asmaniyên NATO bajarê Beni Walid li biyabana Libya kirin armanc, ku bingehê herî dawiyê e di kontrola alîgirên Moemer Qezafî de maye.

Ajansên dengûbasan dibêjin dengê teqînên bi hêz roja Şembiyê li wî bajarî hatiye bihîstin, pistî firokên hevalbendan li hindav bajarî çerx lêdan.

Hevdem, peyamhinêreka Dengê Amerîka, Elîzabeth Arrott, li nêzîk wî bajarî dibêjit şerkerên hikûmeta dema veguhastinê mal bi mal digerên bo hindê stêre-giran ramalin. Ew dibêjit dengê topbaranek xort ji dûr tê guhdarî kirin.

Şerkerên Civata Nîştimanî ya Demkî yan NTC roja Eynî çûne nav wî bajarî rojekê berî wextê diyar kirî bo alîgirên Qezafî ku xwe teslîm biken.

Hikûmeta demkî dibêjit layê kêm sê şerkerên wê hatine kuştin.

Şerkerên NTC li bajarê Sirte jî şerê alîgirên Qezafî diken.

XS
SM
MD
LG