Li Diyarbekir ji aliyê Partîya Aşitî û Demokrasiyê BDP ve, xwenişandaneke protestiyî hat li darxistin li hemberê operasyonan leşkerî û sêdare kirina Kurdan li Îranê. Ev bizava ku ji ber avahiya BDP bi meşeke destpêkir, dewam kir heta parka Koşuyoluyê
Piştî meşê, serokê nuh yê BDP bajarê Diyarbekirê Nîjad Yarûk, axaftineke kir. Serokê BDP ya bajarê Diyarbekirê diyar kir ku ew bi salan in, ji bo çareserkirina pirsa Kurd di tekoşineke dur û dirêj de ne. Yaruk destnişan kir ku ligel ku her çiqas berdêlên giran dabin jî ew bi hêvî û bi bawerin ku bi tekoşina ku bênavber dewam dike çareserî jî ne dur e. Yarukî got ku “lê ji bo ku dayik şuna tabutan, zarokên xwe hembêz bikin, ji bo bes indî bigrîn, em dixwazin ku ev pirsgirêk îro çareser bibe”. Nijad Yaruk destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê operasyon werin rawestandin; ew hêzên tarî yên ku dixwazin şerê navxwe gurr bikin, werin tasfiye kirin; hemu girtiyên siyasî û nunerê BDP yên girtî, hemu zarokên KUrd yên girtî divê werine azad kirin; ji bo ku pirsa kurd bi rêya demokratîk were çareser kirin, ji bo ku Kurd dikaribin bi çand û zimanê xwe bi azadî bijîn divê qanuneke bingeh3in ya demokratîk were amade kirin.
Serokê BDPê yê Diyarbekirê Nijad Yarukî di dawiya axaftina xwe desnişan kir ku Kurd ne ên berê ne, ew kesên ku dixwazin serê Kurdan li ber xwe bitewinîn dê di demekê nizde ewê serê xwe li ber Kurdan bitewinîn.
Piştî Nijad Yaruk Parlamenterên BDP Osman Çelîk û Nezîr Karabaş jî axaftineke kirin.
Osman Özçelik di destpêkê de roja zimanê Kurdî piroz kir û diyar kir ku Kurd bê rawestan ji bo mafên xwe, ji bo çareseriyê li ser piyan in. Parlamenterê Sêrtê destnişan kir ku bi hatina demsala biharê operasyonên leşkeri zêde bune ku Kurdistanê bombebaran dikin lê ewê van operasyona rawestînin. Parlamenterê BDPê got ku “ em biratiyê naxwazin, em wekheviyê dixwazin, ji ber ku em ji diroka Osmaniyan dizanin ku ew ji biratiyê çi fêm dikin. Ew deman wan birayên xwe dikuşitin, dişandin xeribiyê, davêtin zindanan, ger feraseta biratiya ev be ev biratiya wê ji me re ne lazim e, em wek heviyê dixwazin”.
Osman Ozçelik di axaftina xwe de li ser hewldanên guhertina qanuna bingehîn jî sekinî û got “di qanuna bingehin de inkar û tunekirina kurdan hê jî dimeşe, ji ber vê jî em ji hewldanên wan ne bawerin, baweriya me bi tekoşina gelê me ya azadiyê re heye, Kurd heta roja dawiyê meşa azadiyê dê bidomînin.
Parlementerê Bedlîsê yê BDP’yê, Nezir Karabaşî li ser operasyonên leşkerî axivî û got “digotin ku emê demokrasiyê bînin, pirsa Kurd çareser bikin, zarokên Kurdan berdin ziman û çanda Kurdî azad bikin lê mixabin îro hê jî em li qadan, dexwaza van mafên xwe dikin. Karabaş got ku piraniya hêzên artêşa Tirkiyeyê îro li çiyayên Kurdistanê, di nav opersyonanda ne. Parlamenterê BDP di dawiya axaftina xwe de destnişan kir ku gelê Kurd her dem li hemberê înkar, îmha û asimilasyonê dê serên xwe rakin.