Breaking News

Di Şerekî Tund yê Nêzîkî Trablus Jimareka Kesan Tên Kuştin

Di Şerekî Tund yê Nêzîkî Trablus Jimareka Kesan Tên Kuştin
Di Şerekî Tund yê Nêzîkî Trablus Jimareka Kesan Tên Kuştin

Hate ragehandin ku bi kêmî 15 kes di şerên tund de hatine kuştin demê hêzên ser bi rêberê Lîbya Muaemer Qaddafî roja Înî hêriş kirîn bo dubare wergirtina bajarekî li rojava ku eve çend roje ji alîyê serhildayan ve hatîye kontrol kirin.

Destgehên ragehandinê yên rojava û Erebî radigehînin ku kesên hatîn kuştin û brîndar kirin li bajêrê Zawîya û dewrûberên wê bû, 50 kîlomitran rojava Trablus. Raport dibêjin serhilda û xelkê sivîl dinav kuştî û brîndaran bûn. Hatîye ragehandin ku bi top û firokan ji layê leşkerê hikûmetê hêriş hate kirin.

Şer û lêkdan li çend bajêran qemîn.

Hêzên ser bi rêberê Lîbyayî gaza rûndikrêj bikar anîn li dijî xwenîşaderan li Trablus. Çend sed kesan piştî nivêja Înî li dijî hikûmetê xwenîşandan kir. Hindek xwenîşanderan dirûşm didan “Qaddafî dijminê Xweda ye.“

Her wiha hate ragihandin ku li bajêrê benderî Ras Lanuf, nav bera hêzên ser bi Qaddafî û yên dijî wî lêkdan bûye û xwenîşanderên hevrik roja Înîyê li bajêrê Bingazî bingehê serhildayan xwenîşandan kir.

Her roja Înî, firokên cengî yên Lîbyayî hêriş kir ku eve sê roje dike li ser bingehehkê leşkerî nêzîkî bajêrê Ajdabîya yê li bin kontrola serhildayan li rojhilatê.

XS
SM
MD
LG