Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Gaziantepê Neh Kes Hatin Kuştin


Bi sedema teqînekê li nêzîkî bingehekê polîsî li başûrê rojhilata Tirkîyê bi kêmî ve neh kes hatin kuştin, medyaya Tirkîyê radigihîne.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay roja Sêşemê got ku çar zarok di wê teqînê de hatin kuştin.

Teqîn şeva Duşemê li bajarê Gaziantep (Dîlok) li nêzîkî sînorê Sûrîyê qewimî.

Biryar e Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan roja Çarşemê serdana Gaziantepê bike.

Yekser piştî teqînê tu aliyekê berpirsiyariya xwe beramberî wê teqînê ranegihand.
XS
SM
MD
LG