Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hekarî, Sê Serbazên Tirk Hatin Kuştin


Li Hekarî, Sê Serbazên Tirk Hatin Kuştin
Li Hekarî, Sê Serbazên Tirk Hatin Kuştin

Serhildayên Kurd hêriş kirin ser bingehekê leşkerî li başûra rojhilata Tirkîye, di encam de sê serbazên Tirk hatin kuştin.

Karbidestên parastinê dibêjin jimareka serhildayên gumanlêkirî yên ser bi Partîya Karkerên Kurdistanê, hêriş kirin ser bingehekê leşkerî li Şemzînan, li devera Hekarî, nizîkî sinorê Îraqê.

Karbidestên parastina Tirkîye dibêjin, leşkerê Tirkîye bersiva hêrişa çekdaran da û neh serhildayî kuştin.

Bi layekê din ve, ajansa dengûbasên Anatolia ragehand ku pênc serbazên Tirk di boseyeka serhildayan de li devera Elazig li rojhilata Tirkîye birîndar bûn.

Serhildayên PKK şerî bo atonomî li başûra rojhilata Tirkîye dikin û li bakûra Îraqê bingeh hene. PKK li lîsta rêkxistiyên teroristî ya Tirkîye û jimareka welatên din e.

XS
SM
MD
LG