Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Kurdistanê 101 Bazirganên Mirovan û 58 Kompenî Hatine Girtin


Konferansa bazirganiya mirovan li bajarê Hewlêr.
Konferansa bazirganiya mirovan li bajarê Hewlêr.

Li roja cîhanî ya li dijî bazirganiya mirovan, Duşemê li bajarê Hewlêr, li jêr silogan û dirûşma "Na bo bazirganiya mirovan" konferansek hat encam dan.

Pispor û şarezayên di warê yasa û rêyên li hember bazirganiya mirovan di konferansekê de amade bûbûn, herwiha rêvebirên rêzxistin civaka sivîl di beşdarî di wê konferansê de kirin.

Di Konferansê de, behsa rewşa bazirganiya mirovan li Îraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.

Rayid Ferman Mihemed rêvebirê rêxistina li dij bazirganiya mirovan axivî û raporta sala 2017an ya rewşa diyardeya bazirganiya mirovan li Herêma Kurdistanê behis kir.

Ferman got, di sala 2017an de 58 kompanî jiber binpêkirina yasayên bazirganiya mirovan li Herêma Kurdistan bi sizayên madî û kargêrî hatine siza dan, herwiha 101 kes jiber sedemên cûda yên bazirganiya mirovan hatine girtin û binçav kirin.

Pêşewa Husamedîn, amadekar û rêxerê konferansê gote Dengê Amerîka"diyardeya bazirganiya mirovan weke her derê li cîhanê li herêma Kurdistanê jî heye" ew hewil didin wê diyardeyê ku eger nikarin bi temamî nehêlin jî, lê ewê hewildanên xwe bo bi sînor kirina wê diyardeyê berdewam bikin.

Raporta Ahmed Zêbarî -Hewlêr 30.07.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG