Piştî wergerîyana keştîyeke ku bibû sedema mirina bi kêmî ve 20 kesan, karbidestên Hîndî berdewam li saxmayîyan rûdanê digerin.
Karbidest dibêjin, zêdeyî 100 kes di belemê bûn, dema ew roja Şemîyê li eyaleta West Bengal ya rojhilatê binav bibû.
Karbidest dibêjin, nêzîkî 50 rewing hatine rizgar kirin û bo nexweşxanê hatine veguhastin. Her wiha, bi dehan kes jî hîn bê ser û şûn in û lêgerîna wan berdewam dike.
Karbidestên Hîndî didine zanîn, kapasîteya belem jibo 60 kesan bû lê, gelek kes tê de sîyar bibûn.
Tê ragihandin, piranîya rewingan Misilman bûn ku ji ayîneke olî ya bajaroka Kakdwipê vedigerîyan.