Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê 10 Kes di Êrîşên Bombeyî de Hatine Kuştin


Polîsên Îraqî dibêjin, di peqîna otomobîleke bombeyî de 8 kes li bajarê Ramadî ya rojavaya Bexdayê hatine kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidest dibêjin, peqîna Yekşemê li nêzîkî postaxaneyeke qewimîye, ku rûnîştîyên xwecîhî jibo wergirtina mehaneyên xwe lê kombibûn.

Polîs her wiha ragihand, di tund û tûjîya din ya bajarê Felluce de, 2 kes di encama peqîna bombeyeke otomobîlî de hatine kuştin û bi kêmî ve 3 kesên din ji birîndar bûn.

Li alîyê din, karbidestên Îraqî dibêjin hejmara qûrbanîyên peqîna li bazareke Basrayê geheştiye 43 kesan.

Karbidest didine zanîn, peqîn roja Şemîyê li bazara Ashaar ya navenda Basra qewimî û 110 kesên din jî birîndar bûn.

Derbarê sedema bûyerê jî raportên ji hev cûda têne ragihandin. Hîn karbidest dibêjin jeneratoreke elektîrîkî peqîye, lê hinekên din jî dibêjin, bûyer jiber êrîşeke bombeyî bû.

Demeke zûtir Şemîyê, di pevçûneke çekdarî de, jimareke çekdar 4 polîs kuştin û 6'ên din jî birîndar kirin, li taxa Saîdîye ya Sunnîyan li Bexda. Her wiha, jimareke sîvîl jî di bûyerê de birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG