Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kerkukê 9 Teqîn Qewimîn


Bi sedema 9 teqînan li parêzgeha Kerkukê 9 kes hatin kuştin û bi kêmî ve 50 kesên din birîndar bûn.

Li nav bajarê Kerkukê sê otomobîl teqîn û 7 kes hatin kuştin, ku 5 ji wan kesên sivîl bûn. Teqînên din li bajar û bajarokên derdorê Kerkukê qewimîn.

Teqînên Kerkukê hevdem bûn ligel zincîreka teqînan li seranserê Îraqê.

Li gor karbidestên Îraqî, bi sedema zincîreka teqîn û êrîşan roja Duşemê li seranserê welatî bi kêmî ve 103 kes hatin kuştin û 200 kesên din birîndar bûn.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG