Breaking News

Li Misirê Heşt Geştyarên Amerîkî Hatin Kuştin

Li Misirê Heşt Geştyarên Amerîkî Hatin Kuştin
Li Misirê Heşt Geştyarên Amerîkî Hatin Kuştin

Bi sedema lêkdana otobûsekê ligel otombîleka barhilgir li Misirê, heşt geştyarên Amerîkî li Misirê hatin kuştin û bi kêmî ve 20 kesên din birîndar bûn.

Otobûsa hilgirê 37 Amerîkiyên geştyar di navbera firokexana Aswan û peristgeha bi nav û banga Abu Simbêl di rêkê de bû.

Ajansa dengûbasên MENA raport kir, ew otobûs bi loriyek amezin ket ku li rexê rêkê rawesta bû.

Fermandarê wilayeta Aswan, Mustefa al Sayed, gote Dengê Amerîka rewşa pirraniya kesên birîndar baş e.

Karbidestên Misirê navên geştyarên birîndar berdest kirin, û dane zanîn ku şeş ji heşt kesên mirî jin bûne.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG