Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Moskow Xwepêşandan li Dijî Putin Hat Kirin


Li Moskow Xwepêşandan li Dijî Putin Hat Kirin
Li Moskow Xwepêşandan li Dijî Putin Hat Kirin

Li gel seqayek gelek sar jî hebû û di demekê de tinê yek meh maye bo hilbijartinên serokatîyê, bi dehan hezar xwepêşander roja Şembî rijîyane ser şeqamên Moskow û barjarên din yên Rusîya.

Qerebalixek mezin dijberîya xwe bo kandîdbûna Serokwezîr Vladimîr Putin jibo serokatiya welatî diyar kirin, li demekê de çend kîlometran dûrtir li paytextî rêpîvanek bo piştgîrîya li Putin bi rêve diçû.

Rast li pêşberî Kiremlîn, li berê din yê Rûbarê Moskow, xwepêşanderên dijî hikûmetê hawar kirin Rusîya bêy Putin di nav sêhem xwepêşandana ji vî awayî de ji demê hilbijartinên parlemanî ve li 4 ê meha 12 heta niha

Dezgehên ragehandinê li Moskow raport dank u karmendên dewletê wek mamostayan, nujdaran, karkerên îdara postê gazinde kirine xortî li wan hatiye kirin beşdarî rêpîvana piştgîrîya Putin biken.

Hejî gotinê yê xwepêşanderên nerazî daxwaz kirin ku dubare hilbijartinên parlemanî û reform di sîstemê sîyasîya Rusîya de bên kirin.

XS
SM
MD
LG