Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Norwecê Peqîneke Mezin, Kuştî û Birîndar Hene


Piştî peqîna weranker, dîmenek ji avahîyên hikûmeta Norwevî
Piştî peqîna weranker, dîmenek ji avahîyên hikûmeta Norwevî

Di peqîneke mezin ya li Oslo ya paytaxta Norwecê de, bi kêmî ve 2 kes hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Di peqînê de avahîya hikûmetê ya 17 qatî jî zîyan dît û şîşeyên pencereyên avhîyê li kolanan belav bûn. Tê ragihandin, jiber peqîna hêzdar li avahîya wezareta neftê şewatek derket û dûkel ji avahîyê bilind dibe.

Li avahîya hikûmetê ku bûye armanca peqînê, ofîsa Serokwezîr Jens Stoltenberg jî cîh digire. Berdevkekî hikûmetê ragihand, ne serokwezîr ne jî karmendên wî di peqînê de zîyan dîtine.

Dîdevan dibêjin, wan jimareke kesên birîndar dîtine ku di nav xûnê da bûn. Nûçegîhanê Reuters jî radigîhîne ku wî hêrî kêm 8 kesên birîndar dîtine.

XS
SM
MD
LG