Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê Pevçûn Berdewam Dikin


Bizavkarên Sûrî radigîhînin, hêzên hikûmetê di pêla dawî ya tundûtûjîyê de êrîşên xwe li dijî Humsê didomînin û taxên bin kontrola serhildayan didin ber topan, li vê demê ku agirbesta nazik û hasas berdewam dike.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê dibêje, hêzên Sûrî taxa Xaldîyeh bi topan bomberan dike û her pênc deqqe carek peqîn têne bihîstin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan her wiha radigîhîne ku li kuçe û kolanên Qusair a nêzîkî tixubê Lubnanê jî dengên berik û guleyan têne bihîstin û hêzên hikûmetê ji herêmê re têne şandin ku rewş bêxe bin kontrola xwe.

Tundûtûjîya vê Înîyê rêzê êrîşên dawî ye, ji destpêbûna agirbesta hefteya borî ya bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî vir ve.

Li Cenevreyê, berdevkê nûnerê taybet yê Sûrîyê Kofi Annan, Ahmed Fewzî hişyarî da ku rewş li Sûrîyê xirabtir dibe. Wî her wiha got, çavdêrên din yên Neteweyên Yekbûyî di demeke kin de wê li Sûrîyê bêne cîh kirin.

Bi alîyekî din ve, Wezîrê Derve yê Fransî Alain Juppe jî îro Înîyê got, cîhan nema dikane li bendê be ku agirbest û plana Annan biser keve. Alain Juppe hişyarî da ku Sûrîye li ber şerekî navxweyî ye.

XS
SM
MD
LG