Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Bombeyek li Nêzîkî Avahîya AKP'ê Peqî


Di vê wêneyê de, otobusa ku ji peqînê zîyan dîtî xwane dibe. Stenbol, Adar, 1, 2012.
Di vê wêneyê de, otobusa ku ji peqînê zîyan dîtî xwane dibe. Stenbol, Adar, 1, 2012.

Medyaya Tirkî dibêje, bombeyek li nêzîkî avahîya partîya desthilatdar ya li Stenbolê peqî.

Ji zarê rêvebirê polîsên Stenbolê hate ragihandin ku çend polîs di peqîna roja Pêncşemê de birîndar bûne.

Televîzyona dewletê TRT wêneyên agirkuj û ambulansan nîşan dan ku geheştibûn ber avahîya Partîya Dad û Pêşvebirinê ya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan.

TRT’ê her wiha ragihand ku bobeyek di motosaykilekê de hatibû cîh kirin û di encama peqînê de otobusa polîsan û otomîbîleke din zîyan dîtin.

Heta niha tu kes berpirsîya êrîşê bi stûyê xwe ve negirt. Lê, hikûmet ji alîyê çend grûbên wek serhildayên Kurd, çepger û mîlîtanên Îslamî ve bi tundî tê rexne kirin.

XS
SM
MD
LG