Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê bi Dehan Kes Têne Kuştin Dema Çavdêrên Nû Digehejin Wî Welatî


Bizavkarên Sûrî dibêjin bi di tundûtûjîyên îro de bi kêmî ve 23 kes hatine kuştin, li vê demê ku çavdêrên nû yên Neteweyên Yekbûyî jibo çavdêrîkirina pêgîrbûna hêzên rejîm û opozîsyonê bi plana agirbestê, geheştine wî welatî.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Brîtanyayê ragihand ku di şer û pevçûnan de 12 leşkerên Sûrî li parêzgeha Der Ezor ji alîyê serhildayan ve hatine kuştin û her di wê êrîşê de kesekî sîvîl ji hêla hêzên rejîmê ve hate kuştin.

Wê rêxistinê her wiha ragihand, bi sedema êrîşeke hawanî 10 kes li gundekî Îdlibê hatine kuştin, ku 9 ji wan ji heman malbatê bûn.

Jimara qûrbanîyên îro ji alîyê jêderên serbixwe ve nehatîye piştrast kirin.

Her îro, Sekreterê Giştî yê N.Y. Ban Kî moon daxwaza xwe dubare kir ku hemî alîyên beşdar li tundûtîjîyên Sûrîyê çerî ragirin û hevkarîyê ligel Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî bikin û rêkeftina agirbestê ya roja 12 Nîsanê bicîh bînin.

Wî her wiha êrîşên vê dawîyê yên Îdlib û Şama paytaxt şermezar kirin û wekî êrîşên terorîstî nav kirin.

Hejayî gotinê ye jimara çavdêrên N.Y. li Sûrîyê ji 12 çavdêran gehişte 30 çavdêran û tê çaverê kirin ku pirtir çavdêr li hefteyên pêş bigehine wî welatî. Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî hinartina 300 çavdêran bo Sûrîyê pejirandîye.

XS
SM
MD
LG