Karbidestên Tirkîye dibêjin, peqîna bombeyeke ser rêkê bi karwanekî leşkerî ve li rojhilata welatî 14 serbaz birîndar kirin.
Karbidestan gazinde rûdana îro Înî avêtîye stûyê serhildayên Kurd. Karwanê leşkerî ber bi bajarê Elazizê ve diçû. Wan got birîna yek ji leşkeran giran e.
Her îro Înî polîsê Tirkîye got, wan çar 4 kes girtine bi guman peywendîyê bi plana danana bombekê heye li bajarê Îzmirê, ku li rojava welat e.
Karbidest dibêjin, hem peqîna îro û hem plana danana bombê karê Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ye.
PKK li roja Înî ya borî, jiber êrîşên berdewam ên artêşa Tirkîyê dawî bi agirbesta xwe ya yek alî ya salekê anîbû.
Tirkîye ji sala 1984’ê vir ve şerê PKK’ê dike. Enqere û jimareka welatên cîhanê, Amerîka û Yekîtîya Ewrûpî jî nav de PKK’ê wekî rêxistineke teroristî binav dikin.