Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê bo Maxdurên Erdhejê Kampanya Hat destpê kirin


Pêkhateyên Ked û Demokrasîyê yên Wanê bo alîkarîya maxdurên erdhejê werankar ya Mereşê, kampanya dan destpê kirin. Pêkhateya ku ji 14 partî û sazîyên sîvîl pêk tê, bang li gel û endamên xwe kir ku ew beştarî vê kampanyayê bibin.

Endamê vê pêkatê Serokê Odeya Mîmar û Endezyaran (İMO) yê Wanê Mîhaîl Atîk got ku li deverên erdhejê rewşek pir xirab heye û piranîya rûnişvanan niha bin mercên zivistanê de benda alîkarîyê ne.

“Em bi rêxistinên xwe yên li deverên erdhejê re ketin têkilîyê û li gor daxwazên wan lîsteyek pêdîvîyên dîyar hat dîyar kirin. Wan gor ku bo me cil û bergên gerim, xwarin, kon, sobe, jeneretor û batanî divê”

Li Wanê bo berhevkirina alîkarîyê 4 cîh hatine dîyar kirin. Atîk dibêje ku rûniştvanên Wanê û endamên wan dikarin alavên alîkarîyê bînin şaxa Komela Mafên Mirovan (İHD) ya Wanê, şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK), Baroya Wanê û rêvebirîya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê.

“Ev kampanyayek vicdaniye, divê her kes deste xwe bide bin vî barê giran. Em hêvîdikin ku di demek nêz de birinin gelê xwe derman bikin.” Atîk got.

Ji alîyên din vê hejmarek zêde rûniştvanan bo bexşkirina xwînê li ber derîyê navêndên Heyva Sor ya Wanê kom bûn û bo birîndarên erdhejê xwîn dan.

Herwiha bajarvanîya Wanê û sazîyên dewletê tîmên hewarçûnê û makîneyên kar şandin bajarên ku ji erdhejê zirar ditî.

Hêjayî gotinê ye ku roja Duşemê serê sibê li bajarokê Bazarcixa Mereşê bi hêza 7,7 erdhejeke mezin çêbû.Bandora vê erdhejê herî zêde li Mereş, Amed, Semsûr, Entab, Ruha, Meletî, Kîlîs, Edene, Osmanîye û Hatay pêk hat.

Li gor hejmarên dawî yên fermî, bi kêmî 3,381 kes di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û 20,426 jî birîndar bûne.

Li Wanê Kempeyna Alîkarîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00
XS
SM
MD
LG