Lînkên eksesibilîtî

Trump: Bo Rêvebirîya FBI'yê ji Berbijêran Navê Joe Liberman li Pêş E


Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku ewê di demeke nêz de rêvebirê nû yê Buroya Vekolîna Federal (FBI) bijêre ku berbijêrê li pêş Joe Liberman e.

Liberman senatorê kevn e û di kempeyna Demokratan de cîgirîya serok berbijêr bû.

Serok Trump, di destpêka hevdîtineke bi Serokomarê Kolombîya Juan Manuel de ji rojnamavan re dîyar kir hindik maye ku dîrektorekê jibo FBI’yê bijêre.

Ser pirsa ‘’Lieberman di nav berbijêran de yê li pêş e yan na?’’, Trump got ku ‘’Erê, ew li pêş e.’’

XS
SM
MD
LG