Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Lîberya Sonda Seroktîyê Dixwe


Seroka Lîberya Ellen Johnson Sirleaf li ayîneke xwane dibe.
Seroka Lîberya Ellen Johnson Sirleaf li ayîneke xwane dibe.

Seroka Lîberya Ellen Johnson Sirleaf dest bi gera xwe ya didoyan ya seroktîyê kir û soza aştî û afirandina karên lu welatê xwe kir.

Xanim Sirleaf roja Duşemê di merasîma fermî de, li paytaxt Monrovia axîfî. Di merasîmê de Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton û karbidestên din yên payabilind yên dewletlên din jî amade bûn.

Peyamhinêrê Dengê Amerîkayê Scott Stearns radigîhîne ku rêberên opozîsyonê jî di merasîmê de amade bûn, tevî wan Xanim Xanim Sirleaf bi saxterkarîya hilbijartinê tawanbar kiribû.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton jî pesna pêşçûna demokrasîya Lîberyayê kir û bang li Xanim Sirleaf kir ku şerê dijî dizî û pere xwarinê bike.

Lîberya bûbû qada şerekî navxweyî ya 14 salan ku ew şer li sala 2003’an dawî hatibû. Xanim Sirleaf bibû yekemîn seroka jin ya Efrîqî ku li sala 2005’an bi rêyên demokratîk hatibû hilbijartin.

Seroka Lîberya Ellen Johnson Sirleaf, sala borî bi sê jinên din Xelata Aştî ya Nobelê wergirtibû.

XS
SM
MD
LG