Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Sûrîye û Hizbullah a Libnanî bi Amadebûna Nûnerek Amerîkî Danûstandin Kirine

Ajansa Reuters îro Pêncşemê ragihand ku şeş çavkanîyên agahdar dan zanîn ku nûnerên hikûmeta Sûrîyê û koma Hizbullah a Libnanî li Tirkîyê danûstandinên rasterast û veşartî li dar xistin, da ku girjîyên di navbera herdu alîyan de kêm bikin.

Çavkanîyan got ku civîn meha Îlonê ya li Tirkîyê yekem kombûn bû ku di navbera herdu alîyan de pêkhatî.

Çavkanîyên agahdar got Sky News jî ku danûstandin li herêmeke sînorî ya di navbera Sûrîye û Libnanê de hatine berdewamkirin.

Reuters jî got ku herî kêm civînên din di meha Îlonê de li ser vexwendin û çavdêrîya dayîreya ewlehî û îstîxbarata Tirkîyê pêk hatine.

Li gorî çavkanîyan, di civînê de nûnerên Hizbullah û rayedarên îstîxbarata Sûrîyê û wezareta derve hebûn, ku du rayedarên Sûrîyê, rayedarekî Amerîkî û alîyekî Libnanî yê nêzîkî Hizbullah di nav civînê de bûn.

Çavkanîyan ji ber hestyarîya civîna ku berê nehatibû eşkerekirin, bi şertê ku navê wan neyê eşkerekirin axivîn.

Ev danûstandin piştî salan ji dijminatiyê tên, ji ber ku Hizbullah di dema şerê navxweyî de şervan dişandin Sûriyê da ku piştgiriyê bidin hikûmeta Serokê berê Beşar Esed.

Hikûmeta Amerîkayê bi awayekî fermî amadebûna nûnerê Amerîkayê di nav civînan de piştrast nekiriye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG