Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest: Çekdarên Hizbullah li Sûrîyê Hatin Kuştin


Komandarek û hejmareka çekdarên Hizbullah li Sûrîyê hatine kuştin, li gor gotina karbidestekê parastina Libnanê roja Sêşemê.

Komela çekdarîya Hizbullah ya Libnanî piştevaneka bihêz ya serokê Sûrî Beşar El Esed e û ser bi Îranê ye.

Rojnameya El Întîqad ya we komelê ragihand ku komandar Elî Husên Nesîf, ku herwiha bi Ebu Ebbas tê naskirin, di erkekê cîhadî de hate kuştin, lê belê wê rojnamê cih û roja kuştina wî eşkere nekir.

Li gor ajansa Associated Press, peyvdarê Hizbullah Îbrahîm Musawî kuştina Ebu Ebbas piştrast kir.

Komelên opozisyona Sûrî radigihînin ku Hizbullah piştgîrîya rejîma Esed dike li tepeserkirina serhildana Sûrîyê û çekdarên Hizbullah li Sûrîyê şerê serhildayan dikin.
XS
SM
MD
LG