Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbullah Dibêje Barê Teqemenîyê yê Hatî Desteserkirin yê Wê ye

Ala Hizbullahê tevî ya Îranê di çalakîyeka ji bo piştevanîya Îranê de.
Ala Hizbullahê tevî ya Îranê di çalakîyeka ji bo piştevanîya Îranê de.

Rêxistina Hizbullah a Libnanî roja Pêncşemê lê mukur hat ku barê teqemenîyê yê ku rayedarên Libnanê desteser kiribû, yê wê ye. Hesen Fezlullah, parlemanterê Hizbullahê, ev yek piştrast kir.

Fezlullah got, barê teqemenîyê yê hatî girtin yê partîya wan Hizbullahê ye.

Artêşa Libnanê ragihandibû ku kamyonek ku zêdetirî nîv ton teqemenî, di nav de madeyên C4 û TNT, hilgirtibûn, li herêma Dehir Beyderê hatibû rawestandin. Du kesên di kamyonê de hatine binçavkirin, niha lêpirsîn bi wan re tê kirin.

Serokê Hikûmeta Libnanê Newaf Selam got ku lêpirsîn dê bidome da ku çavkanîya teqemenîyan, armanca veguhastinê û hemû kesên têkildar bên eşkerekirin.

Li gorî ragihandinên medya Libnanê, ajokaran gotiye ku teqemenî ji Bi‘lebekê ber bi Dahîya Başûr a Beyrûtê ve dihatin veguhastin. Lê armanca rastîn a veguhastinê û cihê dawî yê ku madeyên teqemenîyê dê bicih bikirana, hîn nehatine piştrastkirin û lêpirsîn berdewam dike.

Li gor Sky News, çavkanîyên Hizbullahê propagendayê dikin ku milîtanên wan dê ew madên teqemnîyê ji bo bombeyan û dronên xwekuj li dijî hêzên Îsraîlê bikar anî ban e.

Hêjayî gotinê ye ku madeyên teqemenîyê yên weke C4 û TNT di demên borî de li Libnanê ji bo çalakîyên kuştin û ji holêrakirina kesayetîyên siyasî hatine bikar anîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG