Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Gereke Nû ya Danûstandinên Îsraîl û Libnanê li Washington Destpê Dikin

Arşîv: Şanda Libnan û Îsraîlê li Washington
Arşîv: Şanda Libnan û Îsraîlê li Washington

Ajansa Reuters ragihand ku şanda Libnanê îro Sêşemê li Washingtonê dest bi danûstandinan ligel Îsraîlê dike.

Beyrût bi biryar e ku bi danûstandinên rasterast yên bi Îsraîlê re berdewam bike, di demekê de ku aramîya li Libnanê bûye beşek ji danûstandinên Amerîka yên bi Îranê re.

Li gor Reutersê, karbidestên Libnanî rijd in ku danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re tekane rê ye ku dawîyê li şer bîne.

Ev şer ji 2'ê Adarê ve diqewime, dema ku koma çekdar a Hizbullah ji bo piştgirîya Îranê Îsraîl bombebaran kir û Îsraîlê jî bi êrîşên esmanî û bejayî pêk anîn. Li gor karbidestên Libnanê, zêdetirî 4,000 kes di encama vî şerî de hatine kuştin.

Ji Nîsanê ve çar gerên danûstandinên Îsraîl û Libnanê bi navbeynkarîya Amerîkayê li Washingtonê pêk hatine. Lê tevî van gotûbêjan û agirbesteke ragihandî jî, şer û pevçûn di navbera Îsraîl û Hizbullahê de berdewam kirine.

Vê hefteyê piştî ku Amerîka û Îranê li ser Yadaştanmeya Lihevtêgihîştinê li hev kir ku tê de şer li hemû enîyan, di nav de Libnan jî, were rawestandin.

Li gor serok û hin rayedarên Libnanî, wê rêkeftinê Hizbullaha ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin xurt kir. Serokê Libnanê Joseph Aoun gelek caran hişyarî dane ku Tehran nikare li ser navê Libnanê danûstandinan bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG