Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Diyaloga Îsraîl û Libnanê ji bo Aştîyê Derfeteke Dîrokî ye

Wezîrê Derve Marco Rubio mêvandarîya danûstandinên di navbera Îsraîl û Libnanê de li Washington dike.
Wezîrê Derve Marco Rubio mêvandarîya danûstandinên di navbera Îsraîl û Libnanê de li Washington dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Sêşemê got ku danûstandinên Îsraîl û Libnanê li Washingtonê derfeteke dîrokî ne.

Rubio da zanîn ku her çend tevahîya alozîyan di demjimêrên pêş de çareser nebin jî, wî hêvî kir ku herdu alî dest bi pêşxistina danûstandinan bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ev "derfeteke dîrokî" ye û hêvîya xwe nîşan da ku ev danûstandin ji bo bidestxistina aştîyeke mayînde li Libnanê bibe destpêkek. Wî got ji ber ku ev yekem danûstandinên rasterast di navbera Îsraîl û Libnanê de ne, piştî bi dehan salan.

Rubio dema li avahîyê Wezareta Derve pêşwazî li balyozên Îsraîl û Libnanê kir, got ku "Ev derfeteke dîrokî ye. Em dizanin ku em rastî pirsgirêk û alozîyên dehsalan tên, lê em gihîştine vê kêlîka bêhempa û derfet li pêş me hene."

Karbidestê Amerîkî zêde kir û got, "Pirs girêdayî serdestîya Hizbullahê ya bi dehên salan li vê herêmê ye." Wî destnîşan kir ku danûstandinên roja Sêşemê destpêkek e ji bo "pêvajoyek ku dê demê bixwe."

Di civîna Washingtonê de, ku li Wezareta Derve ya Amerîkayê hate lidarxistin, Balyozê Îsraîlê Yehiel Leiter, Balyoza Libnanê Nadia Hamadeh Mi'ewed û Balyozê Amerîkayê li Libnanê Michel Issa beşdar bûn.

Demeke kurt berî destpêkirina civînê, Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun got ku ew hêvî dike hevdîtinên ligel Îsraîlê "destpêka dawîya êşa" gelê Libnanê bi giştî û başûrê welêt bi taybet be.

Ev danûstandin hatin destpêkirin piştî çend hefteyan ji şer û pevçûnên kujer di navbera çekdarên Hizbullahê û artêşa Îsraîlê de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG