Wezîrê Aborî yê Libnanê Amir Bisat îro Pêncşemê ji Ajansa Reuters re got ku piştî ketina rejîma Beşer Esed, Sûrîye û Libnanê dê di mehên pêş de peymanên aborî yên kevin nû bikin.
Ev biryar di demekê de tê ku herdu welat hewl didin ku ku bazirganîya di navbera xwe de dîsa bidin destpêkirin.
Bisat got ku Libnan û Sûrîye dikarin di siberojê de peymaneke mezintir a bazirganîyê îmze bikin.
Daxuyanîya karbidestê Libnanî rojek piştî hevdîtina wî ya ligel Wezîrê aborî yê Sûrîyê li Şamê hat.
Bazirganên Sûrîyê, bi taybet li dema şerê 14 salan, Libnanê wekî rêya herî serekî ji bo firotin û şandina kelûpelên xwe bo derve bikar dianîn.