Serhildayên Lîbî bizavê dikin ku desthilata rêber Muamer Qezafî bi dawî bînin, di demekê de ku şer û pevçûn roja Duşembî li Terabuslê berdewam in.
Serhildayî dibêjin, pevçûnê dest pê kir piştî tankên ser bi Qezafî li avahîya wî li Bab El Ezîzîye derçûn û hêriş kirin ser serhildayan.
Hêzên opozisyonê roja Yekşembî çûne nav Terablusê bêy ku hêzên ser bi Qezafî berevanîyeka tund bikin. Bi hezaran kes hatine Meydana Kesk jibo dîyarkirina kêfxweşîya xwe.
Li gor gotina serhildayan, ew piraniya beşên paytexta Lîbî kontrol dikin.