Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên NATO li Lîbya Berdewam in


Êrîşên NATO li Lîbya Berdewam in
Êrîşên NATO li Lîbya Berdewam in

Firokên cengî yên NATO, êrîşên xwe yên li ser Trablusê do Yekşemê jî berdewam kirin û li jimareke bingehên leşkerî û xalên kontrolê xistin.

NATO bi wan êrîşan hêvî dike ku dawî li desthilata 42 salan ya Muamer Qezafî bîne.

Wezîrê Derva yê Britanî William Hague ku roja Şemîyî serêdana Bîngazî kirîbû got, êrîşên NATO wê geştir bin. Lê, wî wan îdîayan red kir ku dibêje, êrîşên NATOyê ji armanca Neteweyên Yekbûyî ya parastina sîvîlan dûr ketiye.

Birêz Hague do Yekşemê li Londonê berevanî li karanîna helîkopetên êrîşê kir ku cara yekê roja Şemîylê hatibûpn kar anîn.

Cîgirê Serokwezîrê Rûsya Sergei Ivanov hişyarî dabû ku bi karanîna helîkopteran NATO pêngavake din nêzîkî operasyoneke erdî dibe.

XS
SM
MD
LG