Karmendekî alîkariyê îro Şemiyê got ta niha termên 55 kesan hatine dîtin, piştî binavbûna qeyikeke darîn a Lîbî roja Pênşemê ku bi sedan keçber li ser pişta wê bûn.
Endamekî rêxistina Heyva Sor a Lîbî bi riya telefonê ji ajansa Reutersê re got ku operasyona lêgerînê berdewam e ji bo dîtina termên din ên winda.
Ne diyar e çend kes li ser pişta qeyikê bûn û çiqas hîn winda ne.
Ajansa penaberan a Neteweyên Yekgirtî ev rûdan wek xerabtirîn trajîdiya koçberan a îsal wesif kir.
Endamê Heyva Sor Ebdulamenan Ebû Sabay got 350 kes di qeyikê de bû û piraniya wan ji beyabana Afrîqiya bûn.
Qeyik li qeraxa bajarê Komas binav bû ku derdora 120 km rojhilatê Treblos a paytext e.