Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîyên Lîbî Bixêrhatina Rêkeftinê Dikin Lê Dijwarî Hîn Mane


Li Lîbya rêveberîya alîyê rojhilat îro Şemîyê bixêrhatina ragihandina roja Înê ya hikûmeta demkî kir ji bo yekirina welêt, lê got ew dê tenê deshilatê radest bike eger parlemana rojhilat erê bike.

Daxuyanîya piştgirîyê ku derî ji redkirineke piştre vekirî dihêle, diyar dike dê hewlên Neteweyên Yekgirtî çiqas rastî dijwarîyan bibin ji bo dîtina çareserîyeke sîyasî ya şerê bi dehan sal yê welêt.

Lîbya ji sala 2014an ve di navbera rojhilat û rojava de dabeş bûye.Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî li Terablosê, ku civaka navnetewî pênasînê pê dike û rêveberîya dijber li Bengazî bi serkirdayetîya general Xelîfe Hefter.

Roja Înê beşdarên axaftinên Neteweyên yegirtî li Swîsra dengdan li dor civateke nû ya serokayetîyê û serokekî hikûmetê kir, ji bo rêvebirina hilbijartinên parleman û serokayetîyê ku ji bo meha 12an hatine plankirin.

Kandîdên bi ser nekftî, di nav de jî serokê parlemana rojhilat Aguila Salih û wezîrê navxweyî yê hikûmneta rojava Fethî Başaxa, di daxuyanîyekê de piştgirîya hikûmeta nû kir.

Li gor erêkirina alîyên beşdar yên axaftinên Neteweyên Yekgirtî, serokwezîrê nû Abdulhemîd Dbeibeh sê hefte hene ji bo avakirina hikûmetê.

XS
SM
MD
LG