Hikûmeta Lîbyayî îro Înîyê hemî esmanên xwe ji trafîkê re girt, di demeke de ku welatên rojava maytekirina li Lîbyayê dikin, jibo berbend kirina firînê li ser esmanê Lîbyayê.
Ajansa Trafîka Esmanî, Eurocontrol got, firînên li ser esmanên Trablusê hatine rawestandin heta raginandineke nû.
Berdevkê hikûmeta Fransî Francois Baroin û Wezîra Berevanî ya Norwecê Grete Faremo îro Înîyê ragihandin, welatên wan dê pişikdarî li maytekirina leşkerî ya navnetewî li hember Lîbyayê bikin.
Jêderên dîplomatîk yên Fransî gotin, dibe ku êrîşên esmanê di nav çend demjimêran de destpê bikin da ku nehêlin hêzên dilsozî Qezafî xelkê sîvîl biêşînin.
Li alîyê din, hêzên dilsozî Qezafî îro Înîyê bajarokê Misrata ya rojava bomberan kir ku di bin kontrola serhildayan da ye.
Nûnerên NATOyê jî berdewam in li Burkselê gotûbêjan dikin, li ser pêkanîna biryara Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî.
10 endamên civatê roja Pêncşembê deng jibo wê biryarê da û ti welat deng li dijî wê neda. 5 endam di dengdanê de amade nebûn, ew jî Brazîl, Çîn, Almanya, Hindîstan û Rûsya bûn.