Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Paytexta Lîbya Rewşa Awarte Tê Ragihandin


Smoke rises during heavy clashes between rival factions in Tripoli, Libya, August 28, 2018. Picture taken August 28, 2018. REUTERS/Hani Amara - RC1BFD0981B0
Smoke rises during heavy clashes between rival factions in Tripoli, Libya, August 28, 2018. Picture taken August 28, 2018. REUTERS/Hani Amara - RC1BFD0981B0

Hikûmeta Lîbî ya ku piştgiriya Neteweyên Yekgirtî werdigre rewşa awarte li Terablosa paytext û derdora wê ragihand, di demekê de ku şerê berdewam li wir di van rojên dawî de 39 kes kuştin ku di nav wan de sivîl jî hebûn.

Hefteya borî, şer di navbera hin gurûpên çekdar ênTerablosê û yên bajarokekî aliyê başûr de derket holê.

Wezareta tenduristiyê got 96 kesên din di şer de birîndar bûn.

Daxuyaniya hikûmetê ya îro Yekşemê bang li milîtanên dijber kir ku şer rawestînin û bi agirbesta Neteweyên Yekgirtî pêgir bin .

Tê zanîn ku niha du hikûmetên rikber hene li Lîbya. Yek li Terablosa paytext û ya din li rojhilat û her hikûmetek piştgiriya jimarek gurûp werdigre ku hêza wan li ser erdê heye.

XS
SM
MD
LG