Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lîbya Şer di Navbera Hêzên Hikûmetê û Yên Hefter de Gur Dibe


Berpirsên Lîbya îro Şemiyê got şerekî giran di navbera serhildêrên Lîbî yên ku Xelîfe Hefter komandariya wan dike û hêzên alîgirên hikûmetê ku Neteweyên Yekgirtî piştgiriya wê dike de, derket holê.

Ev bû 8 mehin hêzên Hefter pilan dikine ku Terablosa paytext kontrol bikin û ev şerê 24 demjimêrên borî derket pêş, piştî ku Artêşa Niştimanî ya Lîbî ku Hefter serkirdayetiya wê dike, roja pênşemê destpêkirina şerê Terablosê ragihand.

Medya Artêşa Hefter hin girteyên vîdyo belav kirin ku gihîştina hêzan bo Terablosê nîşan didin.

Ev şer metirsiyan derdixe pêş li dor rûberûbûna şerekî din ê wek şerê sala 2011an, dema rûxandin û kuştina dîktatorê welêt Moamer Qezafî.

Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbî Ehmed el-Mesmarî got Artêşê her wiha êrîşên esmanî birin ser bingeheka esmanî li Akadîmiya Hêzên Esmanî li bajarê Misrata yê rojavayê welêt.

Artêş dibêje mîlîtanên alîgirên Terablosê, li wê bingehê firokên bê firokvan ên ku çêkirina Tirkiyê ne, vedihewînin.

XS
SM
MD
LG