Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lîbyayê Du Helîkopter Ketin Xwarê


Nexşeya Lîbyayê.
Nexşeya Lîbyayê.

Hêzên Rojhilatê Lîbyayê dibêjin du helîkopterên wan di dema operasyoneke leşkerî de roja Yekşemê hatin xwarê, piştî çend rojan ji şerekî ligel grûpeke serhildayên ji Chadê.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayî (LNA) ku Xelîfe Hefter serkêşîya wê dike, hefteya borî kete nav şerekî ligel Bereya Guhertin û Concordê li Chad (FACT) li başûrê Lîbyayê nêzîk sînorê welatê Chadê.

Hêzên taybet yên LNA di daxuyanîyekê de got ku herdu helîkopter di dema operasyoneke leşkerî de li başûrê bingeha esmanî ya Benîna li hev ketibûn û hatibûn xwarê. Daxuyanîyê dîyar nekir ku helîkopter di dema şer de hatin xwarê an na.

Di şerê navxweyî yê Lîbyayê de pevçûnên berfireh hatine rawestandin ji dema ku LNA sala borî kempeyna xwe bidawî anî. Herdu alîyên şer yên rojhilata û rojavayê Lîbyayê li ser agirbestekê, avakirina hikûmeteke yekîtîyê û hizra hilbijartinan lihev kirine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG