Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Navxweyî yê Lîbya Û Destxistina Tirkiyê ya Nava Wî Şerî


Serokê Lîbya Fayez el-Serac û yê Tirkiyê Erdogan
Serokê Lîbya Fayez el-Serac û yê Tirkiyê Erdogan

Roja Pêncşemê serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ewê leşkeran bişînin Lîbya bo piştevaniya hikûmeta Fayîz Al Saraj, jibo vê mebestê jî ewê destûrnamê ji parlamenê bixwazin, hat eşkere kirin ku parlemena Tirkiyê piştî bênvedana sersalê di hefteya yekê de dê hinartina leşkeran bo Lîbya bihê erê kirin.

Meha kanûnê Erdogan û serokê hikûmeta Trablus Fayîz Al Saraj peymanek ya hevkarîyê îmze kir bû, li gur peymanê Tirkiye dikare alîkarîya ewlehî, weberhênan û bazirganî bide Lîbya.

Roja Çarşemê Erdogan bi serdanek pêşwext ne plankirî çû Tunisê û lgel serokê wî welatî Qayis Saîed civîya, serdana Erdogan di mediya û civaka Tunisî de gelek deng da, ji aliyê çalakvan û ronakbîran de hat rexne kirin û rexne li serokê welat hatin girtin, ku çima pêşwazîya Erdogan dike û gelê Tunisê naxwaze bibe beşek ji şerên li Lîbya û ew naxwazin xiyanetê li biryaên xwe yên Lîbî bikin.

Têkeliyên Tirkiyê bi hikûmeta Saraj re ciyê nerihetî û rexneyên tund yên piraniya welatên Arabî bû, bi taybet Misir naxwaze ku welatekê biyanî destê xwe bixe nava pirsgirêkên welatên Arabî û bi taybet Lîbya ku şerekî nacvweyî tê dom kirin.

Bi heman armancê serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî, doh Pêncşemê bi rêya telefonê bi serokê Amerîka re axiftî û derbarê destxistina Tirkiyê di karên navxwe yên Lîbya de axftin hatine kirin, Trump daxwaz ji aliyên nakokbar yên Lîba kir ku pirsgirêkên xwe bi aştî û diyalogê çareser bikin, Sîsî derbarê heman mijarê roja Înê jî telefona serokê Rûsya Vladimir Putin kir.

Tengezar Sefouk Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî
Tengezar Sefouk Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî


Rikeberê hikûmeta Fayiz Al Saraj Fermandarê Leşkerê Niştîmanî yê Lîbya Xelîfe Hafter di vê hefteyê de dest bi êrîşên tund kirîye bo ser Trablusê ji bo destê xwe dane ser hikûmeta Al Saraj û wê kontrol bike.

Leşkerê Niştîmanî yê Lîbî Al Saraj û Erdogan bi piştevaniya grûbên çekdar yên terorîst tawanbar dikin.

Çavdêr weha dibînin ku dibe Lîbya bo Tirkîye bibe Sûrya duyan û dê rewşa wî welatî aloz tir bibe dema ku Tirkiye leşkeran bişîne û destê xwe bixe nava pirsgirêkên Lîbya.

Ziver Ozdemir Endamê AKPê yê Parlemena Tirkiyê
Ziver Ozdemir Endamê AKPê yê Parlemena Tirkiyê


Roja Înê Bloomberg raportek weşand û da znaîn ku Tirkiye di demek nêzîk de dê grûbên çekdar yên Sûrî bişîne Lîbya, bi taybet grûbên Turkmen yên bi navê grûba Sûltan Murad tên nas kirin û weke grûbeke çekdar ya tund rê ya girêdayî Tirkiyê.

Bo danûstendinê derbarê vê mijarê, bernama "Hello Washington" mêhvandarîya berêz Zîver Ozdemir endamê AKP di parlamena Enqerê de û nûnerê Batmanê, herwiha berêz Tengezar Sefouk rojnamevan û piposê welatên Erebî ji Almanya kir.

Di bernamê herwiha hevkarê me Belên Salih jî beşdar bû û hersê mêhvanan nêrînên xwe anîn ziman.

XS
SM
MD
LG