Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmarek Kurdên Sûriyê di Binavbûna Gemiyeke Koçberan de Li Lîbya Mirin


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Di encama binavbûna gemiyekê di Deriyaya Sipî de roja Înê êvarî li qeraxên Lîbyayê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da, li gor çavkaniyên xwecihî ku Ji Dengê Amerîkayê re got.

Di peywendiyeke telefonî ya Dengê Amerîka de, rûniştvanekî Kobanîyê ku niha li Lîbyaya ye got 10 kes ji bajarê Kobaniyê û 3 kes ji bajarê Efrînê di nav qurbaniyan de ne.

Qurbaniyan dixwest ji Lêbiya derbasî Îtaliyayê bin.

Kobaniyê bi navê Serbest Xoce, ku ew jî li Lîbyayê ye bi mebesta derbasbûna Ewrupayê, ji peyamnêrê Dengê Amerîka li Kobaniyê Mehmûd Balî re got ew 10 kesên Kobanî ji du malbatan in; şeş kes ji malbatekê û çar ji malbateke din in. Sê kesên Efrînî jî dayikek û du keçên wê ne.

Xoce anî ziman ku koçber di gemiyeke biçûk de bûn da ku xwe bigihîni gemiyeke mezintir lê berî ew bigihin, gemiya wan binav bû.

XS
SM
MD
LG