Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokxaneya Terablosa Paytexta Lîbya bi Sedema Êrîşan Tê Girtin


Li Lîbya, firokxaneya Terablos a paytext ku tenê vekirî mabû ew jî îro Yekşemê hate girtin piştî ku şeva borî rastî topbaranê bû.

Raportên ciyawaz hebûn li dor jimara birîndaran li firokxaneya Mitiga. Berpirsekî medya yê hikûmeta Terablosê got 4 kes birîndar bûne ku sê ji wan hecaçî bûn.

Erka Piştgiryê ya Neteweyên Yekgirtî li Lîbya got çar top li beşê sivîl ê firokxaneyê ketin û di encamê de ziyan gihîşte firokekekê ku bi dehan hecaçî hilgirtibûn û du endamên tîma firokê birîndar bûn.

Wê di daxuyaniyekê de got:

“Ev êrîş dibin ji bo belavkirina tirsê û rêgirtina li karê firokxaneyê ku li paytextê ew tenê vekirî maye.”

Pizîşkekî nexweşxaneya nêzîkî firokxaneyê ji Reuters re got wan pêşwaziya keçeke biçûk a birîndar kir.

Hin wêneyên li ser medya civakî ziyana firoka hêlên Lîbî nîşan da, û gewahîderan ji Reuters re got ku hin otombîlên derdorê jî rastî ziyanê hatibûn.

XS
SM
MD
LG