Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Beşeke Hêzên Xwe ji Lîbya Vedikşîne


Amerîka bi awakî demkî beşek ji hêzên xwe ji Lîbya vekişand ji ber rewşa ewlekariya li ser erdê, li gor berpirsekî leşkerî ku îro Yekşemê got.

Ev vekişîn tê di demekê de ku hêzên komandar ên Lîbî ber bi Terablosa paytext de pêş dikevin û şerê mîlîtanên dijber dikin.

Jimareke biçûk a hêzên Amerîka div an çend salken dawî de li Lîbya ye ji bo piştgiriya hêzên navxweyî di şerê dijî mîlîtanên girêdayî al-Qaîde û dewleta Îslamî de û her wiha ji bo parastina bingehên dîplomatîk.

Generalê hêzên deryayî yên Amerîka Thomas Waldhauser û serokê komandariya Amerîkî ya Afrîqî got:

“rastiyên li ser erdê li Lîbya bi awakî lezgîn û ne pêşbînkirî tevlîhev dibine… tevî van guhertinên biçûk, emê bimînin çalakdar di piştgiriya stratejiya siyaseta niha ya Amerîka de.”

Wî agahiyên berferhtir dabîn nekirin li dor jimara hêzên ku hatinî vekişandin û nejî jimara hêzên ku wê li Lîbya bimînin.

XS
SM
MD
LG