Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Lîbyayê El Megarîf Wekî Serokê Nû Hilbijart


Mihemed El Megarîf bi endamên parlemanê re ye
Parlemana nû ya Lîbyayê, rêberê berê yê opozîsyonê, Mihemed El Megarîf wekî serokê xwe yê nû hilbijart.

Birêz Megarîf di parlemana 200 endamî de, dengê 113 endaman wergirt û hevrikê xwe Alî Zîdan têk bir.

Dengdana roja Pêncşemê, rojekê piştî ku Civata Demkî ya Lîbyayê desthilata xwe hêlabû parlemana nû, hate kirin. Parlemana nû ya Lîbyayê ku meha borî hatibû hilbijartin, parlemana azad ya yekê ye, di nav 60 salên borî de.

Rêzdar Megarîf rêberê Tevgera herî kevn ya Lîbyayê, Enîya Netewî ya bo Rizgarîya Lîbyayê bû ku çend caran hewil dabû dawî li desthilata Muamer Qezafî ya 42 salan bîne.

Mihemed El Megarîf ji sala 1980’ê vir ve li sîrgunê dijî. Ew piştî şoreşa Lîbyayê ku Muamer Qezafî ji seroktîyê gêr kirîbû, vegerîbû welate xwe.
XS
SM
MD
LG