Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lîbyayê Wezîrekî Din bi Îdiaya Gendelîyê Hat Desteser Kirin


Dîmeneke ji parlmentoya Lîbyayê (Arşîv)
Dîmeneke ji parlmentoya Lîbyayê (Arşîv)

Li Lîbyayê di çarçoveya lêpirsîna gendelîyê de îro Çarşemê wezîrê saxlemîyê yê welêt Alî Zenatî û cîgirê wî hatin desteser kirin.

Dozgerîya ku lêpirsîna gendelîyê rêve dibe, ser bûyerê daxuyanîyeke ragihand.

Alî Zenatî û cîgirê wî jiber gumana "derkirîna oksîjenê ya bi 10 qatê nirxê bazarê ku dibe ku were wateya binpekirina pêbendbûna rêzikên têkildarî peymanên giştî be, hatine desteser kirin," dozgerîyê got.

Dozgerîyê bi berdewamî da zanîn ku wezareta saxlemîyê, bi kompanyayeke ku di Tebaxa sala borî de hatiye damezrandin re peyman îmze kiribû; tevî ku bo bicîhanîna karên di peymanê de tecrûba wê ya pêwîst tunebû.

Zenatî wezîrê sê yê ku di lêpirsîna gendelîyê de ku ev nêzî 2.5 berdewam dike, tê desteser kirin.

Wezîra çandê Mabrouka Touki jî di dawîya Mijdarê de jiber xebatên nûkirina avahîyên wezaretê yên ku berê hatibûn kirin, desteser kiribûn.

Touki piştî desterkirina çend rojan hat berdan, lê lêpirsîna ser wê hîn jî didome.

Herwiha, wezîrê perwerdehî yê yê Lîbyayê Musa el-Megarîf jî 1.5 hefteyek berê di çarçoveya heman lêpirsînê de, jiber kêmbûna pirtûkên dibistanê hat desteser kirin û piştre hat girtin.

Hikûmeta serokwezîrê demkî Abdilhamîd Dbeibah heya niha ser desterkirinan ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG