Breaking News

Mustefa Abdul-Celîl: Lîbya Dibe Dewleta Qanûnê

Mustefa Abdul-Celîl.
Mustefa Abdul-Celîl.

Rêberê Civata Niştîmanî ya Întîqalî li Lîbyayê Mustefa Abdul-Celîl dibêje, Lîbya dibe dewleta qanûnê piştî nemana rejîma Muamer Qezafî.

Di konferasneka rojnamevanî de roja Duşembî li Benxazî, Abdul-Celîl got ku karbidestên rejîma Qezafî wê bên dadgeh kirin û divê gelê Lîbî xwe ji tolhildanê dûr bikin.

Wî herwiha got ku hikûmeta nû ya Lîbyayê li ser azadî, dadwerî, wekhevî û transparensî wê bê ava kirin li çarçova buhayên Îslam a moderen.

Rêberê Civata Niştîmanî ya Întîqalî sipasîya civaka navnetweyî kir jibo piştevanî kirina gelê Lîbî li demê şerî.

XS
SM
MD
LG