Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Licê Piştî 12 Runiştînan bê Encame


Piştî 25 salan ji buyera Licê hêşta tu encam bi xweve negirtîne li sala 1993 Fermandarê Artêşa Tirkiye Bahtiyar Aydın li Licê hat kuştin.

Li gorî daxuyaniyên fermî Aydin ji aliyê endamên PKK hatiye kuştin û piştî kuşitna wî hat îdiakirin pevçûnek rû daye.

Di encama operasyona 11 saetan ya di nav Licê bi giştî 17 kes hatin kuştin.

32 kes birîndar bûn, 401 mal, 242 dikan hatin wêran kirin.

Operasyon ji aliyê fermandar Eşref Hatipoglu hat birêvebirin.

Lİ gorî hin îdiayan fermandar Aydin ji aliyê rêxistna JİTEM ya kontrgerila bi sûikastek hatiye kuştin.

Weke delîl jî dibêjin di encama hevçûnan de tu endamek PKK nehatiye kuştin an jî girtin.

Di dema pêvajoya çareseriyê de, 20 sal piştî bûyerê malbatên Lİcê bi pêşengiya serokê Baroya Amedê Tahir Elçî

diheqê fermandar û berpirsên operasyonê doz vekirin.

Rûniştina yekê ya dozê 16ê Çilleya 2014'an de li Amedê hat dîtin.

Jiber hicetên ewlehiyê dozê ji Amedê birin îzmirê.

Rûniştina 12'an ya dozê roja înê li îzmirê hat dîtin.

Doza Licê
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:34 0:00

XS
SM
MD
LG