Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîna Berekat Qala Xebatên Meclîsa Jinên Sûrîyê Dike


Syrian Woman Council
Syrian Woman Council

Meclîsa Jinên Sûrîyê di 8’ê Îlona 2017’an de, li bajarê Minbicê bi beşdarbûna 220 jinên seranserî Sûrîyê kongreya yekê ya damezrêner li dar xistibû.

Kongreya damezrêner kongreya yekê ya ser asta hemî Sûrîyê bû. Jiber wê yekê, Amerîka bo civandina jinên xwedî nerînên cihêreng, pîrozbahî şandibû kongreyê.

Berdevka Meclîsa Jinên Sûrîyê, Lîna Berekat di vê hevpeyvîna taybet de derheqa xebatên wan agahî dide û dîyar dike ku meclîsa wan piştî lêkolînên derbarê jinan hate ragihandin, çimkî jin dibin armanca gelek binpêkirinan.

Berekat anî ziman ku doz û êşa jinê li cem hemû netew û mezheban yek e, jibo wê jî di nav meclîsê de jinên partîyan, jinên serbixwe û yên ku di qada civaka sîvîl de çalak in cihê xwe digirin.

“Girêdan û netew û pirbûna mezheb û beran, jiber ku doza jinê yek e û êşa wê jî yek e. Sîtemkarîya ku li ser jinên Misilman tê meşandin, heman sitemkarîya ku li ser jinên Krîstîyan yan Êzîdî yan jî mezhebên din tê meşandin.”

ZO_05_17_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00

XS
SM
MD
LG