Hunermenda Amerîkî Lindsay Lohan roja Duşembî, piştî 14 rojên desteseriyê, li zindanê hat berdan.
Fermana zindanî kirina Lohan bo demê 90 rojan hatibû dan, belê pêş wext hat azad kirin ji ber reftara baş û zêde bûna jimara girtiyan li zindanê.
Lohan li sala 2007 hat ceza kirin ji ber ajotina otombîlê bi sermestî û li vê salê fermana desteser kirina wê hat dan ji ber şikandina bendên hukimê sala 2007.
Lindsay Lohan li filîmên Freaky Friday û Mean Girls rolê serekî dilîze.