Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku peykerê Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham dê li paytexta Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) were danîn weke rêzgirtin ji bo piştgirîya wî ya berdewam ji bo mafên gelê Kurd.
Parêzgarê Hewlêrê Omed Xoşnaw ji Dengê Amerîka re got ku Graham "dostê gelê Kurd e û em jê hez dikin", û da zanîn ku wî bi rayedarên şaredarîyê re nîqaş kiriye ka çawa rêzê li qanûndanerê Amerîkayî were girtin, di nav de navkirina kolanekê bi navê wî an danîna peykerekî taybet ji bo wî."
Xoşnaw dibêje, "komeke rewşenbîr, nivîskar û hunermendan nameyek şandine û daxwaza peykerê senator kirine, û parêzgeh amade ye ku gavên qanûnî bavêje û pêşniyarê pêşkêşî encûmena bajêr bike da ku hûrgulîyan gotûbêj bikin."
Graham, senatorê Komarî ji Karolînaya Başûr, di salên dawî de wekî parêzvanekî bihêz ê mafên Kurdan tê nasîn, nemaze piştî zêdebûna alozîyan li Rojhilata Navîn. Di Çilê 2026an de, wî û Senatorê Demokrat Richard Blumenthal ji bo piştgirîya Kurdên Sûrîyê projeyasayek bi navê Qanûna Parastina Kurdan pêşkêşî Kongresa Amerîkayê kirin.
Helwestên Graham li ser pirsgirêka Kurd û rexneyên li ser êrîşên li ser deverên Kurdî, ji alîyê rêberên Kurd ên li Herêma Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûrîyê ve gelek bilind hatîye niraxandin û bi rêzdarî hatîye pêşwazîkirin.
Li ser torên medya civakî, hejmareke mezin ji bikarhênerên Kurd piştgirîya xwe ji bo helwestên wî nîşan didin û hizra rêgirtin li Graham baş dibînin.
Parêzgar Xoşnaw got ku navê Lindsey Graham niha bi navên George Bush ê bav, George W. Bush û John McCain ve girêdayî ye, ku di piştgirîya Kurdan û dabînkirina maf û azadîyan de roleke baş lîstine.